| Forum Home > General Discussion > Erdewan Zaxol | ||
|---|---|---|
|
Erdewan Zaxolî Admin Posts: 1 |
![]() Jiyan û xebat Erdewan Zaxoyî li sala 1957an li bajarê Zaxo ji dayik bû. Ji ber rewsa dijwar ya jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978an yekem kaseta xwe derxist. pasî bû pêsmerge û li gel pêsmergatiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên soresgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin. Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û jiber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêsbixe û bigihîne hemû gelê Kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne Ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek iraqî derxîne. Loma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêsmerge hesab dikir û li hemû sev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî. Dema ku diçû ser seko û sehnê, wî bi navê ‘Kurdistan Barzanî û Pêsmerge’ sahî dest pê dikir, ev yek jî bi dilê karbidestên rijîma Bees nebû. Loma li roja 26/01/1986, anku pistî ses rojan ji wexerkirina Eyaz Zaxoyî, di demekê de ku Erdewan di hoteleke bajarê Bexda razayî bû, kabidestên Emn û Istixbarata Bees ew girt, wenda kir û ta niha jî kes nizane ew li kû ye û çi lê hatiye. Gelek hunermendên kurd dibêjin ku dengê Erdewan dengekî nimûneyî bû û ta li ba kesek din peyda buy | |
| ||